Xûrdekirinî-PMD

Bermahî-zibilê kartonên vexwarin, metal û plastîkan: Bavêje qirêjdank/gemardankê

Em bi hev re ji bermayiyan berhemên nû bi dest dixin. 

Hin tişt tên guhertin! Ji 2yê Cotmehê û şûn ve, ji bo komkirina kartonên vexwarinê û ambalajên metal û plastîk (PMD) em ê tûrikên taybet bi kar binin. Ji wê demê û pê de, wê konteynera du alî ya gewr bi tenê ji bo bermehiyên zade bê bikaranîn. Ev jî tê vê wateyê: piştî roja dawî ya meha Îlonê ya komkirina zibil, hûnê bikaribin tûrikên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê bi kar binin. 

Tûrên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD) wê di meha Îlon û Mijdarê de, belaş ji we re bên şandin. Niha ji we re 24 heb hatin şandin. Di meha Mijdarê de jî wê 24 tûrik ji we re bên şandin.

Tûrikên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD) çawa tên bikaranîn?

  1. Bermahî-zibilên plastîk, metal u kartonên vexwarinê bikin tûrik. Bi tenê tûrikên rohnî yên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD) yên şaredariyê ji we re şandî, bi kar binin. Ji bo tûrik neqelişe, zade tijî nekin.
  2. Devê tûrikê tijî bigirin û li mala xwe yan jî li kîlera xwe, li cihekî bi cih bikin.
  3. Roja komkirina sibila bişopînin. Li malpera internetê ya www.venlo.nl/afvalkalender mêze bikin. Tûrikê zibil, rojekê berî roja tê komkirin saet di 22:00yan de dikare li derve bê hiştin. 
  4. Tûrikên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD) daynin derve. Tûrikê zibil sibehê berî saet 7:30yan, daynin cem konteynira gewr a li derve. Zibilê we ji tûrikekî zêdetir e? Dibe! Tûrikan bi hev re girêbidin. Ba û bahoz tê? Wê demê tûrikên sivik ên nîvtijî daneynin ber derî. 
  5. Bermahî-zibil kom dibin. Ev her 2 hefteyan carekê, roja ku konteynira gewr kom dibe, tê komkirin. Wê barkêşek, ambalajên plastîk, ambalajên metal û kartonên vexwarinê kom bike, barkêşên din jî wê bermahiyên mayî kom bikin. An ku komkirin di heman demê de nabe. 

Çaviya di konteynira we de

Çaviya di konteynira we de wê demekê bisekine. Lê hûn dikarin bermahiyên zêde biavêjin herdu çavikan.

Tûrikên we yên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD) qediyan?

Wê di meha Mijdarê de 24 tûrikên din jî wê ji we re bên şandin. Têra we nakin? Wê demê hûn dikarin van tûrikan ji şaredariyê (Stadskantoor), dikanên şûnde veguhertinê yên Het Goed Venloyê yan jî ji rawestgehên hawirdorê bistînin. Agahiyên berfireh ên der barê cihê peydakirina tûrikan de wê di dawiya 2023yan de bên parvekirin.

Hûn dikarin çi biavêjin nava tûrikên ji bo ambalajên plastîk, metal û kartonên vexwarinê (PMD)?

Ambalajên plastîk, ambalajên metal û kartonên vexwarinê hûn dikarin biavêjin nava van tûrikan, lê devik û etîketên wan ji hev veqetînin û rast bikin. Wê demê pêwistî bi paqijkirinê namîne!

TIŞTÊN KU HÛN DIKARIN BIAVÊJIN TÛRIKAN

  • Ambalajên plastîk ên penêr, goşt, masiyan
  • Firaqên plastîk ên mast, şorbeşîr û bestenî
  • Ambalajên plastîk ên ji bo selete, zebze û fêkî
  • Şûşeyên plastik û lûleyên sabunên laş û por
  • Guldankên plastîk 
  • Qutiyên konserveyê 
  • Siniyên alîminyum
  • Kartonên avê û kartonên avên fêkî
  • Kartonên şîr, mast û şorbeşîr
  • Kartonên ji bo şîr, to û sosan

TIŞTÊN KU HÛN NIKARIN BIAVÊJIN TÛRIKAN

  • Kapsula qehweyê (=bermahiyên zêde-zibil)
  • Strafor (=bermahiyên zêde-zibil)/ rawestgeha hawirdor)
  • Qutiyên boyaxê (=bermahiyên zêde-zibil, tijî =rawestgeha hawirdor)
  • Qutiyên toyê bi şekir, spreya por an jî qutiyên deodorantan û qutiyên spreyê (=bermahiyên zêde-zibil)
  • Pêlîstokên şikestî, mobîlyayên baxçe yan jî plastîkên hişk (=rawestgeha hawirdor)

Komkirina bermahî-zibil

Em ji mala we 4 zibilan kom dikin:

  • Zibilên ambalajên plastik, ambalajên metal û kartonên vexwarinê (PMD-afval) 2 hefteyan carekê
  • Bermahî-zibilê zêde-2 hefteyan carekê
  • Bermahî-zibilê zebze, fêkî û baxçe (GFT-afval) - 2 hefteyan carekê
  • Bermahî-zibilê kaxizan-mehê carekê

Ji bermahî-zibilan, maddeya xav

Bermahî-zibil ji bo berhemên nû dikare bibe maddeyeke xav a nû. Lewma, em wek şaredariya Venloyê, bermahiyên zêde-zibil ji hev cihê dikin û di cihên cuda de kom dikin. Ne tenê ambalajên plastîk, ambalajên metal û kartonên vexwarinê (PMD), di heman demê de GFT (bermahiyên zêde-zibilê zebze, fêkî û baxçe), zibilên şûşe, tekstîl û kaxizan jî ji hev vediqetînin. Bi vî rengî, zibil kêm dibe û em dikarin wan vegerînin maddeya xav a nû ku bikaribin ji nû ve bi kar bînin. Bi kurtasî, em bi hev re, ji bermahiyên zêde-zibilan, berhemên nû diafirînin.